Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shutter island] de;

1. piştî demek dirêj, yekem fîlm e ku min 100 pûan dayê.
dema nû derketibû, min bi qasê 15 deqe fîlan lê temaşe kiribû û ji ber ku xewa min hat, min girtibû. dema fîlmek nîvço dimîne jî ez êdî piranî lê venagerim bi salan. ji bo fîlmên wisa me bi hevalan re digot fîlmên bîjî.
welhasil min îro temaşe kir û gelek jê hez kir. him ji aliyê senaryoyê ve him jî ji aliyê aksîyon û dîmenan ve têr û tije bû.
di fîlmên wisa de, gelek caran zêde zêde bûyerên bêmatiq balê dikişînin. lê di vê fîlmê de bi ya min tu tiştekî deraqil tune bû.

heçî bifikire ku temaşe bike, bila qet dudilî nebe û bila qet şîroveyan nexwîne di derbarê de. da ku tama senaryoyê sar nebe.



13.10.2018 22:33 | simurg56