Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di kurmanciyê de tunebûna daçeka pirhejmariyê] de;

6. problema ku trt 6ê çareser kiriye *

aniha belgefîlmek bi navê çivîk û wawikan dilîze. yanî "kuşlar ve çakallar" yanî "birds and jackals"



bi qasê zanim, kurdî de mirov daçeka pirhejmariyê wisa nikare bikaranîn. tenê di nava hevokan de mirov dikare vê daçekê bi kar bîne.

mirov dikare bêje "ez ji çivîk û wawikan hez dikim." lê dema ev peyv tenê bin, mirov nikare wan bike pirhejmar.



01.12.2013 15:45 | simurg56

1. tiştek wisa heye. mixabin heye.



nava hevokê de mirov dikare bide zanîn ku tişta ku em behsê dikin pirhejmar e, yanî ji yek hebê zêdetir e.

weke mînak;



- ez ê îro pirtûkan, pênûsan û defteran bistînim û herim mektebê. (mirov dizane ku ji yekê zêdetir zarok hene)



lê belê ger em pirsek wisa bikin;

-tiştên ku ez ê bibim mektebê çi ne?

wê bersiv wisa be:

-pirtûk, pênûs û defter...

weke tê dîtin em nikarin bêjin pirtûkan, pênûsan û defteran



mirov dikare vê rewşê wisa rave bike: kurdî de daçeka pirhejmariyê tenê dema ppeyv were tewandin, diakre were bikaranîn. ger peyv bi tena serê xwe be, daçeka pirhejmariyê nikare were bikaranîn.



her wiha: (bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



13.09.2013 22:50 | simurg56