Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [parasite] de;

6. berhema ku xelatên oscar û cannesê standine û heta dawîyê heq jî kirine.

min bi binnivîsa kurdî temaşe kir. loma pêşîn ji azadixwaz re spas dikim. wergerek xweş bû. ji bo ku jina min jî bikare bi hêsanî bixwîne, min leza lîstina fîlmê jî %10 kêm kir. wê jî karî bi hêsanî bişopîne.

piştî ku min fîlmê temaşe kir, haya min jê çêbû ku derhênerê vê fîlmê her wiha yê snowpiercer e jî. jixwe her du fîlman jî li dora heman meseleyan digerin. xuya ye derhêner alozîyên civakê koreya başûr û kapîtalîzmê, ji xwe re kiriye derd. rexneyên girîng û kûr lê dike. di fîlma Snowpiercerê de, ev yek gelek seresere bû loma hinekî xav bû lê di vê fîlmê de bêhnika xwe lê derxistîye.

di fîlmê de tişta ku fêhmkirina wê herî zehmet e, bêguman ew kevir e. vê kevirê yekcar kevira di fîlma spring, summer, fall, winter... and spring ya kim ki-duk anî bîra min. jixwe ew jî ji koreya başûr e. qey derdê koreyîyan heye bi keviran re. (ew fîlm jî bi kurdî peyda dibe di beşa fîlma ya tirşikê de)
henek li alîyekê, ez dibêm di her du fîlman de jî kevir belkî wijdanê temsîl dikin.

fîlm hemû qirêjî û bêwijdanîya kapîtalîzmê an jî ya serdema îroyîn, radixe ber çavê mirov. jixwe mirov ne ker be, vê yekê fêhm dike. çimkî ewqas berbiçav e lê her wiha ji bo gelê feqîr û perçiqandî jî rexne pir in tê de.

hinek xalên ku divê mirov balê bidê:
- çawa ku malbat hinekî pere qezenc kir, cara ewil serê xwe li ber wî zilamê serxweş rakirin ku berê jî dihat ber paceya wan mîz dikir lê heta niha qet dengê xwe jê re dernexistibûn.
- barana ku ji bo dewlemendan romatîk e, ji bo xîzanan rizalet e, gû ye.
- parazîtên kevin ji halê xwe razî bûn û gelek şikirdar bûn. lê yên nû ne wisa bûn. ew mîna vîrûsan bûn. çimkî çavê wan lê bû ku xanîyê komple bi dest bixin. lê nebû, têk çûn. di dawîyê de bavê wan ê ku di stargehê de asê ma, lêborîna xwe ji wêneya xwedîyê mal xwest. yanî eger tu serê xwe bitewînî, tu dikarî wek parazîtek bijî. lê eger tu bixwazî -mirovbûnê dêne alîyekê- bibî vîrûs jî, tê nekarîbî.
- û hwd. hê gelek kitekitên xef hene di fîlmê de.

min 95 pûan dan fîlmê.



05.04.2020 23:09 ~23:09 | simurg56

5. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê azadixwaz ve hate kirin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 64.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



03.04.2020 21:25 ~2020.05.16 21:03 | simurg56