Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nexweşîya buerger] de;

1. Bi navê xwe yê din thromboangiitis obliterans.
Nexweşîya demarên dest, çeng, ling û pîyan e. Tu nexweşê Buerger tune ye ku cîgare venexwe. Gelek caran ji ber vê nexweşiyê dest û lingên nexweşan her ku diçe hinekî an jî yekcar bi temamî tên jêkirin. Em bêjin demarên tiliyekê xetimî û tilî pûç bû. Divê ew tilî were jêkirin. Eger paşê vê carê demar ji astek jortir bixetime, divê vê carê dest were jêbirin.
Tekane rêya sekinandina nexweşîyê devjêberdana cîgarê ye. Lê mixabin gelek ji wan dev jê bernadin.
Lingê bavê hevalekî min ji ranê wî hate jêkirin. Lê dev jê berneda. Berî du hefteyan jî ya din. Lê hê jî dev jê bernade.

Tê bîra min dema em xwendekar bûn, xoce em birin cem nexweşekî ya buergerê, her di ling ji hîzaya ranê wî hatibû jêkirin. Destek jî ji çengê wî hatibû jêkirin. Di ser de jî li gewrîya wî qulek hatibû vekirin da ku bikare nefes bistîne.(bnr: trakeostomî).
Lê belê mêrik hê jî dev ji cîgareyê bernedabû û ji wê qula li gewrîya xwe, cîgare vedixwar.

Dawîya dawî, nexweşiyek kambax e. Yek ji encamên herî xedar ya kişandina cîgarê ye.



03.12.2019 22:11 ~22:16 | simurg56