Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêka kelandî] de;

3. taştêya xelkê ye lê gelek caran paşîva min e. dema derengê şevê birçî dibim, ji xwe re yek an jî du heban dikelînim, hinek xwê û îsot lê dikim û dixwim. helbet bi çayê.
lê dikim nakim rêbazek standart û garantî nabînim ji bo ku zerika wê wek mişmişê nermik bimîne.
şevekê min 5-6 hêkan derxist ji dolabê. yekê 3 deqe yê din 4 yê din... deqe kelandin û kontrol kirin. wê şevê min hinek daneyan berhev kiribû lê paşê min li gorî wan daneyan kelandî dîsa nebûbû.
du xwarin hene ku min hê nekarîye dilê xwe lê rihet bikim: hêkê keland û kebab îskender. kebab îskenderê jî bi tamek xweş çêdikim lê min hê nekarîya wek dilê xwe tenik, xweşik û fireh çêbikim goştê wê.



04.12.2019 22:39 | simurg56