Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di nexweşxaneya qoserê ya dewletê de diziya organên kurdan] de;

6. ne pêkan e. min li vîdeoyê jî temaşe kir. tu eleqeya cihê emelîyatê ku lawik nîşan daye û gurçîkê tune ye jixwe. ew emelîyat ji wir nayê kirin. û wek min gotî, tiştek wisa li nexweşxaneyek wek ya qoserê nabe. û bibe jî kes nikare ji personel, teknîsyen û hemşîreyan xef bike.
li nexweşxaneyên wisa kesek tirek bike, haya herkesî pê çêdibe û piranîya wan jî welatparêz in.

ji alîyê din ve ev jî heye. tu nikarî hema gurçîka yekê jê birevînî û bidî kesekî din .ji bo vê yekê divê berî emelîyatê gelek test werin kirin, ger na, wê ev gurçîk ji bo kesê ku lê were neqîlkirin jî bêfeyde be heta wê bizerar be.

bûyerê nizanim. belkî polîsan ew birîndar kiribin. dibe. belkî lê dabin. dibe. lê meseleya gurçîkan dûrî aqilan e. belkî gurçîka wî qet tune bû. ma kî dizane? an jî belkî hat emelîyatkirin (ku em nizanin ji ber çi emelîyat bûye) gurçîka wî zerarê dîtibû û loma jê derxistibin. tiştên wisa her roj dibin.

ev faşîst, ji destê wan re dikare her gûyî bixwin. lê ev bûyer ne rast e.



05.12.2019 23:00 | simurg56

4. îhtîmalek mezin îdîyel bêesl e. wek kesek bi bi dehan caran ketîye van emelîyatan, dikarim bêjim ku ne li qoserê kesek heye ku vê emelîyatê bike, ne derfetên nexweşxaneyê ji bo vê yekê bes e û ne jî tiştek wisa dikare bi dizî were kirin.
ku bêje wan ez beredayî emelîyat kirim an jî emelîyatek xelet li min hat sepandin dîsa neyse, lê kes nikare organa kesekî bidize.
eger organ were derxistin, divê di nava 8 saetan de bê naqîlkirin bo kesekî din û emelîyata neqîlê jî li her derî çênabe.
ez %1 jî îhtîmal nadim vê îdîayê.



05.12.2019 22:08 | simurg56