Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ser pişta xwe razan] de;

1. berê tekan pozîsyona min ya razanê bû. lê ev çend sal in êdî li ser zikê xwe an jî kêleka xwe radizêm. berê heta sibehê li ser pişta xwe dimam û qet li dora xwe nedizivirîyam. heta loma hevalan navê min kiribûn depik. lê êdî heta sibehê deh tûran davêjim. nizanim çima wisa bû.

car caran dîsa diceribînim ku li ser pişta xwe rakevim lê dikim nakim xewa min nayê. bi ya min wê demê xewên min xweştir bûn. niha sibehan dema radibim heçko min barek lêdan xwaribe. stres? wê demê belkî stresa min zêdetir jî bû ne ji ber wê ye. qey elm e...



26.01.2020 09:35 | simurg56