Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên neşûştî] de;

5. ji 3 stranan pêk tê. min nû guhda kir. mixabin ji stranekî jî hez nekir. gotinên stranan bi min xweş nehatibin jî qet nebe ji peyvên klîşe pêk nayê, ev tiştek gelek baş e.
bi ya min pirsgirêk ew e ku gotinên stranan wek helbestan hatine xwendin, tê de rîtmek sabît û mirov bikişîne tune û zêde dengê serî û pistepist fîlan hene.

dawîya dawîn, min ji bo nirxandinê lê guhdar kir lê bawer nakim car caran were bîra min û dîsa vekim û guhdar bikim. lê piştgirî didim xebata wê. gotin û mûzîk aîdê wê bixwe ne. ev ne tiştên hindik in û li gorî min yek krîterên herî girîng jî ew e ku stranbêje kurd e, jin e, ciwan e û di her qadî de bi kurdî diaxive. îşelle wê di pêşerojê de karên baştir bike.



05.05.2020 08:43 | simurg56