Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkên kurdî yên ku tirşikvanan nekarîne biqedînin] de;

1. ew pirtûk in ku nivîskarên tirşikê nekarîne dawî lê bînin. çi ji ber zimanê pirtûkê çi ji ber naverok an jî qalîteyê...

lîsteya min:
1- xezeva xwedê gundê êzdîyan / eskerê boyîk
2- heteroglossîa / h.kovan baqî
3- êvara perwaneyê / bextiyar elî
4- hetîketî / yunus eroğlu (ciwanmerd kulek)

ji van ya Xezeva xwedê gundê êzdîyan, ji ber zimanê nivîskar nedihat xwendin. tê de peyvên nedîtî zêde hebûn û ji alîyê gramerê ve jî fîyasko bû. pirtûka êvara perwaneyê jî ji ber wergera hetîketî, li min herimî û min nekarî ji çend rûpelan zêdetir bixwînin.
pirtûka heteroslossîa bi kurdîyek baş hatîye nivîsandin lê bi çi mejîyî hatîye fikirîn kes nizane. dibêjin heçîyê karibe bixwîne, wê heta 3 wextan dîn bibe.
pirtûka hetîketî jî dîsa ji ber wergera zêde zêde xirab, ne pêkan bû were xwendin.

pirtûkên wisa mirov ji xwendinê, bi taybetî ji xwendina bi kurdî, sar dike. motîvasyona mirov jî dişkîne. her ku rastî pirtûkek wisa têm, demek dirêj ji xwendina kurdî sar dibim.

min dev ji nivîskaran berda, weşanxane çawa dikarin van pirtûkan biweşînin, fêhm nakim. (heteroglossîa ne tê de, ji ber ku ew bi zanebûn wisa hatîye nivîsandin.). pirtûkên wisa dev ji feydeyê berdin, zerarê didin bazara zimanê kurdî.



29.02.2020 22:10 | simurg56