1. Mijara ji bo daxuyaniyên ji hêla moderasyonê ve, ne.
Van rojên dawîyê, di navbera nivîskaran de nîqaşên dilxelîn çêbûn. min berê jî nivîsand ku herkes sekan be lê kêr nehat û min wê demê peyamên heqaretker jê birin.
Lê vaye dîsa ev nîqaşên beredayî geş bûn.
Divê nivîskarên bêbawerî di derheqê bawerîyan, pêxemberan û hwd. de peyamên xwe bi baldarî binivîsin. ne ji bo bawerîyan ne jî ji bo bawermendan heqaret û gotinên kirêt nekin.
Bawermend jî divê bizanin ku dinya li dora wan nazivire. Di gotinên xwe de mafdar bin jî nikarin û mafê wan tune wisa çêbikin ku tevahîya mirovan devê xwe bigirin. Wê ji bo her tiştî rexne hebin, şîrove hebin.
Welhasil;
-Mijarên provokatîf ji bo demekê hatin astengkirin
-Peyamên ku tê de heqaret û gotinên pîs hene, hatin jêbirin.
- peyamên derî formatê, bi taybetî yên wek bersiv hatine nivîsandin, hatin jêbirin.
Nivîskarên ku peyamên wan ji ber heqaret û gotinên nexweş hatine jêbirin, eger kirina xwe dubare bikin, wê werin astengkirin.
|