Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [startup] de;

1. [kul û derdê tomcruise bû]
têgehek aborî ye. wek start-up jî tê gotin. di eslê xwe de kurteya startup company ye. yanî şîrketa despêkê.
ji bo wan şîrketan tê gotin ku (piranî bi budçeyek biçûk) ji sifirê dest bi karekî dikin û îdîaya wan ew e ku wê di pîyasayê de valahîyekê tije bikin an jî wê nûbûnek bînin pîyasayê. hêvîya wan jî ew e ku di demekî gelek nêz de mezin bibin û di watê xwe de bibin şîrketek sereke, di eslê xwe de ceribandin e. belkî ne krîter be lê taybetîya wan ew e ku ji alîyê yek kesekî ve tê fînansekirin. yanî hinekî şexsî ye.
piranîya wan têk diçin ku ev jî ne surprîz e. eger têk neçin û bikarin bûhaya şîrketa xwe bigihînin 1 mîlyon dolarî, ji wan re unicorn tê gotin. yanî yek-strih. (navê hespê bi yek strih e ku di mîtolojîyê de derbas dibe. qasê zanim ji bo tiştên ku gelek kêm tên dîtin, tê gotin)
ez ne xelet bim şîrketa chobani (kobanî) ku aîdê kurdek e û li amerîkayê şîrketa herî mezin ya firotina mast e, di wan salan de di nav unirconan de yekemîn bûye. yanî gelek lez gihaye 1 mîlyon dolaran.



12.05.2020 01:30 | simurg56