Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [miyelan] de;

1. cihek girêdayî Çêrmûgê ye. ji navenda amedê 120 km dûr e.
ser nexşeyê: Here lînkê

li vir sûlavên gelek xweşik hene. Di binê ya herî mezin de golek biçûk peyda bûye ku mirov tê de avjenîyê dikin. texmînî herî kêm 10 metre kûr e. ji ber ku di binê gelîyekî de ye, gihiştina wê hebkî zor e. der û dora çemê tev kevir in loma ji bo kampê ne guncan e lê belê li jora sûlavê tije cihên ax û rast hene.

riya wê heta gelek nêzikî wê, têra xwe baş e. piştî ku rê diqede, divê mirov xwe berde gelîyê ku bi qasê 200 metre kûr e.
cihekî gelek xweş e lê ji ber ku dûr e û zehmet e, zêde nayê zanîn.

jê re her wiha muskan û şeyhandede jî tê gotin.


Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê

(wêne aîdî min in * )



23.06.2020 09:18 ~09:27 | simurg56