Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [don kîxot] de;

1. adaptasyona bi kurdî ya berhema miguel cervantes e. min îro li Şanoya bajêr a amedê temaşe kir. divê îtîraf bikim ku min pirtûka don kîxot nexwendîye lê tenê derbarê wê de xwedî agahiyên seresere me. lê dîsa jî şano xweş bû. têra xwe komîk bû jî.

şanoname û derhênerî: ferhad feqî
lîstikvan: ozcan ateş, şahabettîn dag, berfîn emektar, dîcle guneş yavuz, ozcan şeker, şîlan alagoz.
werger: dilawer zeraq

jixwe ji oxcan ateş hez dikim lê li gel ku di rola duyemîn de bû, şahabettin dag jî heqê rola xwe dabû. heta dikarim bêjim ku bêtir xwezayî bû. ji bo hemûyan jî dibêjim sihet xweş. şeva min bi wan xweş bû.
heta dawîya mehê wê lîstik were nîşandan.



08.10.2021 23:16 | simurg56