Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şiyar ayaz] de;

1. stranbêjê ku berî çend mehan albûma xwe ya bi navê xewnger derxist. tarzên modern bi kar tîne. klîba xwe ya ewil jî ji bo strana xwe ya bi heman navî kilandiye. min hemû albûmê berî mehekê di rêwîtîyek dirêj de bi baldarî guhdar kiribû.
gotinên gelek stranan aîdê wî bixwe ne yên mayî jî aîdê arjen arî, kadir ozbek, jan med û harûn elkî ne. bixwe nivîsandina gotinên stranan li cem min krîterek gelek erênî ye.
harûn elkî her wiha di vocal û gîtarê de jî alîkarî kiriye ji bo gelek stranan.

min bi giştî zêde ji albûmê hez nekir lê ne xerab e. stranên xewnger û berdayî piçekî din li pêş e. dibêm qey ez ji stranên bêrîtm zêde hez nakim. albûm di hesaba wî ya youtubê de heye: Here lînkê



18.03.2022 21:27 | simurg56