Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çîroka teyrek koçber] de;

1. strana ferit sevim e. gotin jî aîdê wî ye.
pir serkeftî ye.

gotin li tu derî peyda nedibû wek piranîya stranên kurdî. fermo min derxist:

"tu stêrk î,
ez stêrkvanê te me.
şeva min bi seyra te coş e.
tu hêvî yî, ez bawerî.
delalîya te ji bo min taybet e.

tu tav î ez gulberoj,
şuştina min ber ronahîya te ye.

ez teyrek ser rîya kuçê me.
nexşeya min rûyê te ye.
berê xwe bide min
da di rê de wenda nebim

dema te bi bîr tînim,
stranên şevan dikevin ser rê.
tavê ji bo te tînin,
nîvê şevê.

ez teyrek ser rîya kuçê me.
nexşeya min rûyê te ye.
berê xwe bide min
da di rê de wenda nebim

dema gihaştim te,
dilê min bû welatê zarokên şûm
kenê te wek awaza teyrên serxweş
ez xistim pey xwe û çû

ez teyrek ser rîya kuçê me.
nexşeya min rûyê te ye.
berê xwe bide min
da di rê de wenda nebim"





18.12.2022 21:29 ~2022.12.23 22:09 | simurg56