Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [telefonên biaqil] de;

12. belayek din e li serê feqîran. tiştek xweş e lê divê neyê fîşalkirin. di van telefonan de 2 tiştên xweş/lazim hene:

1- kamera

2- înternet



ji bilî van, hema bêje hemû taybetiyên din beredayî ne. telefonek biaqil ku van taybetiyan dihewîne, bi 500-600 tlyan bi hêsanî dikare were standin. pereyê ji vê zêdetir, ji bo kesek ku ne dewlemend e, zêde ye.



min bixwe berî 3 salan telefonak 650 tl kirîbû (samsung galaxy ace), ev sê sal in ku bi kar tînim. taybetiyên wê zêde ne baş in lê her du fonksiyonên li jor kêm-zêde tîne cih. ger kesek wek min zêde di nav înternetê û komputerê de ye jî bikare îdare bike, xwe bi rastî jî %90ê pereyê ku xelk didin van telefonan, beredayî ye.



31.10.2014 20:06 | simurg56

8. ji bo gelek kesan ne hewce ye lê mixabin feqîr dewlemend herkes dikirin.

bi milyonan kes tenê ji bo axaftinê, fotograf kişandinê û whatsappê bi kar tînin. ji bo van tiştan jî eslê xwe de telefonek 400-500 milyon bes û zêde ye jî.



05.06.2014 23:11 | simurg56

6. telefonên ku ji hinek aliyan ve ber telefonên kevin de kêm dimînin.

weke mînak dema ev telefon girtî bin, alarma wan lê nade!

ji bo çareseriya vê problemê, mirov dikare telefonê bibe ser "moda balafirê" lê wê telefon dîsa jî hinekî şarj bixwe.



05.12.2013 20:38 | simurg56

1. cîhazên navbera komputer û telefonên kevin in.

serî de telefon in, ji ber ku dikevin bêrikan û kêrî axaftina bi operatorên gsm tê, lê li ber vê fonksiyona xwe, di nav xwe de sîstemeka rêvebiriyê dihewînin û li ser vê sîstemê her cûre bername, lîstok, sepan dikarin werin sazkirin. ango mirov dikarê piştî kirîna telefonê, taybetiyên nû li telefonê zêde bike.

gelemperî taybetiyên di van telefonên biaqil de hene; kamera, bluetooth, înternet, gps, sensorên tevgerê û hwd. in



11.06.2013 14:02 | simurg56