Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [azmûn] de;

8. kaoseke derbasdar û vegerok e ku dema nêzik dibe, pêşîn mirov planeke xebatê ya berfireh dike.

her ku azmûn nêzik dibe û mirov nekare dest bi xebatê bike, ji ber vê rewşa xwe hêdî hêdî dikeve depresyonê.

dû re, mijar û dersên ku ber yên din de ne girîng in, betal dike û berê xwe dide yên bingehîn. lê mixabin ev jî zêde ne. mirov wê çaxê ji xwe re soz dide ku piştî vê azmûnê êdî her roj li dersên xwe yên wê rojê, bixebite û nehêle ji rojên dawîn re. heman demê de ji ber ku wan rojan nikare tu çalakiya sosyal jî bike, dîsa soz dide xwe ku piştî azmûnan dest bi qursa nizanim çi bike û nizanim kîjan aktîvîteyan ji xwe re bike edet.

hirde û wirde, bi awayekê azmûn derbas dibe.

roja piştî azmûnê roja tatîlê ye. wê rojê mirov tu tiştî nake û ji dil bawer e ku hê ji bo ew sozên ku dabû xwe re, hê wext zehf heye. lê mixabin zemana navbera vê rojê û azmûna dû re, dîsa valahiyek mezin û nas e.



16.01.2014 21:29 | simurg56

2. van rojan sedema herî berbilav ya nebûna endamê tirşikê û nenivîsandina li tirşikê ye.

li ser twitterê ji aliy gelek kesan ve, ji min re weke hêcet tê nîşandan.



09.01.2014 22:58 | simurg56