Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [microwave] de;

1. (bnr: mîkropêl)

têgehekî îngîlîzî ye ku ji yekbûna peyvên micro(gelekî biçûk) û wave(pêl) pêk tê.

têgeheke teknîkî be jî êdî ketiya nav jiyana me ya rojane jî.



pêlên vî rengî, piranî ji frekansên navbera 300-300.000 MHz pêk tê û bilindahiya wan ji 1 metreyekê kurttur e. îro ev pêlên çêkirî, di teknolojiyên weke radar, firinên malê, telefonên bêrikan, bluetooth û wireless, sîstemên ewlekariyê de tê bikaranîn.



bi tirkî: mikrodalga

bi kurdî: ?????



pêl'a kurdî wateya peyva wave bêkêmasî tîne cih, mikro jixwe dikare were bikaranîn ku ji peyva orjînal jî zêde neyê veqetîn. wê demê em dikarin bêjin mîkropêl an jî pêla mîkro. bi ya min têgeh, ji peyveke tenê pêk were baştir e. loma pêşniyara min mîkropêle.



04.01.2014 20:59 | simurg56