Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûdaw] de;

76. piştî ketina kerkûkê, weşana wan ji nûçegihaniyê veguherî propagandayê û motîvasyona gel. û bi vî awayî me zêdetir aciz kir û hêviyên vala da me.
lê dîsa jî ji wan qenalên bênamûs yên talabaniyan çêtir e ku roja ketina kerkûkê de, fîlmên dublajkirî yên biyanî diweşandin.



21.10.2017 22:35 | simurg56

70. (bnr: lêborîn xwestina rûdawê ya ji hdpê)



22.05.2016 19:33 | simurg56

45. belkî mîna qenalên kirêkirî yên akpê rasterast şev û roj reşkirina pkkê û partiyên girêdayî wê nake lê zêde zêde giringî dide akpê û gelek çalakiyên wan zindî diweşîne.



û ev qet ne tiştek normal e. kesên ku dibêjin pkk hevkariya îranê dike, ger bidîtana ku stêrk tv weke mînak xebateke ayetullah ali hamaney zindî diweşîne, nikarim xeyal jî bikim bê ka wê çawa bikirina hewar.



16.06.2015 19:01 | simurg56

22. tiştên ku di derbarê tirkiyê de diweşînin, ji nûçeyan zêdetir hêviyên wan bixwe ne.

tirkiye tiştek nebaş bibêje, wê kêm dikin û wisa diweşînin. lê ger tirkiye peyvek tenê baş bibêje, wê zêde dikin zêde dikin û dikin efsane. ji vê helwesta wan gelek aciz im



weke mînak îro dîsa nûçeyek çêkirine;

"Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê dibe" Here lînkê;

berî ku tu nûçeyê bixwînî, tê bêjî qey tirkiyê yekîneyek taybet û balafirên xwe ji bo mûsilê şandine. lê di rastiyê de Parêzgerê Mûsilê Esîl Nucêfî ji birayê xwe bihîstiye ku birayê wî Cîgirê Serokomarê Iraqê ye. ew cîgir çûye enqerê û yên li enqereyê jî gotine ew ê ji bo mûsilê pişgtgirî bidin fîlan.

heyran ger hûn li van gotinan bikin, tirkiyê digot wan bi her awayî alîkariya başûr û şengal û kobanê jî kirine.



01.03.2015 12:21 | simurg56

19. li gel hemû rexne, reşkirinên û piştgiriyan; êdî di medyaya kurdî de xwediyê cihek girîng e.



29.10.2014 22:16 | simurg56

16. tvya ku ji ber ku riya kal, pîr û zarokên ku ji rojavayê reviyane negirtiye û ji wan pirsa "hûn çima direvin, hûn çima axa xwe naparêzin?" nekiriye; divê were çeppikkirin.



22.09.2014 15:01 | simurg56

9. grûba çapemeniyê ye ku asta rojnamevaniyê bilind kiriye.

her çiqas ez ji weşana wan zêde hez nekim û alîgir jî bibînim, weşana malpera wan, kovara wan û televîzyona wan ji hemû platformên din yên kurdî baştir in.

qet nebe behsa hemû parçeyên kurdistanê dikin û ne tenê behsa siyasetê dikin.

her wiha weşana wan ya îngîlîzî jî gelekî girîng e.



10.06.2014 19:13 | simurg56

5. (bnr: rudaw tv)



30.03.2014 19:12 | simurg56