Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cadillacs and dinosaurs] de;

1. yek ji lîstikên herî navdar û hezkirî bû li salonên atariyê. (bnr: salona atariyê)

ji ber ku navê yek ji karakterên lîstikê de, mustapha (mustafa) bû herkesî navê lîstikê weke mustafalı dizaniya. hema bêje min hertim vê lîstikê dilîst li atariyê. û hindik caran jî metal slug.

lîstikek gelek xweş bû. yek ji qenciyên wê yên herî mezin ew bû ku mirov ger baş bilîze, dikariya ji xwe re 'can' jî, yanî 'mafê mirinê' ya di lîstikê de qezenc bike û bi vî awayî demeke dirêj lîstinê bidomîne. hinek nexweşên wê hebûn ku bi yek jetonê 1-2 saet dilîziyan.

min tu carî nekaribû vê lîstikê biqedînim yanî dawiya lîstikê bînim. jixwe lîstîkek pir dirêj bû.

lê berî çend salan min û hevalek min, me vê lîstikê li ser komputerê saz kir û bi hev re lîstikê xelas kir.



11.03.2014 20:28 | simurg56