Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşik caps] de;

50. Here lînkê



26.03.2015 20:49 | simurg56

36. êdî ew jî derbasî sîstema nû ya tirşikê bû:

(bnr: guherînên di tirşik capsê de)



16.03.2015 20:04 | simurg56

33. tekane beşa tirşikê ye ku jê cûda dixebite. lê em ê wê jî bi sîstema tirşikê ve entegre bikin. bingeha wê jî hinek çêbû.

ger em bikarin çêkinî wê êdî her tirşikvanek bêyî ku tiştek bike, bikare wêneyan lê bar bike, şîrove bike falan fîlan.



ger pêşniyarên cûda yên tirşikvanan hebin, herkes dikare ji niha ve vebêje.



07.02.2015 21:01 | simurg56

27. (bnr: yekemîn capsa kurdî)



28.06.2014 11:03 | simurg56

24. ne tenê ji bo capsan û karîkatûran e.

hemû wêneyên ku ji bo me pêwist û watedar in û derbarê çanda kurdan e, dikarin lê werin barkirin.



25.05.2014 19:33 | simurg56

21. xwediyê taybetiya etîketan e. bikarhênerên ku wêne lê bar dikin, paşê dikarin etîketan (tag) jî li wêneyan zêde bikin. bi vî awayî dema kesek bixwaze, dikare bi lêgerîna van peyvên di etîketan de ne, xwe bigihînin wêneyan.

https://tirsik.net/caps/tags.php



24.05.2014 10:17 | simurg56

19. rûpela ku wêneyên civînên tirşikê jî lê hatin barkirin;

https://tirsik.net/caps/index.php?/category/5



23.05.2014 20:50 | simurg56

17. ji kategoriyan pêk tê. vêga sê kategorî hene;

- karîkatûrên kurdî

- capsên tirşikê

- yên din



lê ev kategorî qet ne bes in ya rastî hinekî bêwate ye. li gorî daxwazên we em dikarin kattegoriyan çêkin. weke mînak;

- dîrokî

- kurdistan

- siyaset

- komîk

- cûr bi cûr

- caps

- karîkatûr

û hwd.



min nezanî çawa bikim.



22.05.2014 22:23 | simurg56

15. weke li jor jî hatiye gotin endamiya tirşikê li rûpela capsan ne derbasdar e. divê tirşikvan li vir bixwazin û em jî endamiya wan biafirînin. ji ber ku sîstema capsa ji tirşikê cûda ye.

(hesaba oxir hat afirandin û jê re hat şandin)



21.05.2014 22:20 | simurg56

13. capsên ku êdî xwediyê malperekê ne; https://tirsik.net/caps

tirşikvanên me dikarin bi riya peyama taybet li ser tirşikê ji min endamiya tirşik capsê bixwazin. em ê ji kesên ku dixwazin re, endamiyê pêk bînin û şîfreya wan ji wan re bişînin.

tirşik caps sîstemek serbixwe ye. yanî ne pêvekek tirşikê ye. loma hûn nikarin bi navê xwe yê li tirşikê li wir têketinê bikin.

her tirşikvanê ku wê bibe endamê tirşik capsê, wê navê xwe yê tirşikvaniyê bi kar bîne.



derbarê tirşik capsê de hinek agahî û daxwazên me;

1- ji ber ku tirşik caps ji wêneyan pêk tê, heye ku pêşkêşkera(server) tirşikê hinekî biwestîne.

2- ji ber vê yekê pêwist e tirşikvan tiştên beredayî li tirşik capsê bar nekin. bi taybetî tiştên orjînal û tiştên ku em naxwazin li ser înternetê wenda bibin, werin barkirin baştir e. weke mînak capsên komîk, wêne û fotografên dîrokî û hwd.

3- divê wêneyên li vê sîstemê hatine barkirin, ji bo tirşikê an jî tirşik capsê be. yanî divê tirşikvan li vir wêne bar nekin û neçin li forumên bêeleqe parve nekin. helbet parvekirin ne qedexe ye lê divê tirşik caps weke servîsên din ên weke tinypic.com, imageshack.com fîlan neyê dîtin.

4- divê wêne an bêziman bin an jî bi kurdî bin.



tiştên ku niha tên bîra me ev in. li gorî nêrînên tirşikvanan, sîstem dikare were guhertin, pêşvebirin an jî rakirin.



21.05.2014 21:46 | simurg56