Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amores perros] de;

2. bi rastî jî fîlmek romanê ye. vê yekê ne ji bo pesndayîn an jî reşkirinê dibêjim.

wateya navê fîlmê "evînên malmîrat/bêwijdan/xedar" e. wateya perrosê "gelek xerab" vs. ye.

lê tirkan fîlmê weke "paramparça aşklar ve köpekler" wergerandine, yan: "evînên parçeparçe û kuçik". kê nav lê kiribe, meraq dikim çi vexwariye lê navek orjînal derxistiye.



fîlm di sala 2000an de hatiye weşandin loma sûcê wê tune lê êdî ji wan fîlman kerixîm ku çedn çîrokên bêpêwendî bi pêşketina fîlmê digihin hev fîlan û em diêbjin "waaaw!" êdî ji fîlmên wisa zehf hene.

weke din, herçiqas fîlm bûbe sedema qetlîama kuçikan jî, xweş e. pûana min jê re 79 e.

tê de çîroka herî xweş ya kujerê peretî bû.



----spoîler----

fikra kujerê ku kiryarê xwe û qurbanê xwe tîne cem hev û ji kiryarê xwe dixwaze qurban bikuje, orjînal bû. lê dîsa jî bi qasê leon ne bikarîzma û sempatîk bû.



sahneya fînalê jî xweş bû. kujerê mirovan û kujerê kuçikan bi hev re ber bi dûrahiyê ve dimeşiyan... belkî jî ji ber vê yekê kujerê me nekarî vî kuçikê ku hemû kuçikên wî kuştibû, bikuje.

----spoîler----



ger hûn bi hêviyên mezin li fîlmê temaşe nekin, temaşekirina wê de problem tune.



18.11.2014 19:29 | simurg56