Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [otîzm] de;

1. nexweşiyek irsî ye. dibe sedema astengiya pêşketina mejiyê. 2-3 salên ewil yên jiyanê, destpê dike û bandora xwe li tevahiya jiyana mirov dike. bi qasê %1ê mirovan de ev nexweşî heye.

hinek nîşane û semptomên wê yên berbilav wisa ne; (tabî eve hemû xal, her nexweşî de bi hev re peyda nabe)

- zarokên otîstîk, li gorî yên din zêde bala xwe nadin tişt û bûyerên derdorê

- zêde bala xwe nadin mirovên din û zêde nakenin

- hewl didin ku bi lîstina destê mirovan, bi wan re bikevin têkiliyê

- li gorî zarokên din, ji îfadeya rûyê mirov hindiktir fêhm dikin

- derengmayîna destpêkirina axaftinê

- zêde daxwaz û pêşniyaran nakin

- gotinên kesên din, dubara dikin



ji bilî van ya herî berbiçav û spesîfîk ew e ku tevgerên dubareker dikin: destên xwe li hev dan, serê xwe hejanadin, hinek tiştan her roj bi heman awayî kirin û hwd.



05.04.2014 22:22 | simurg56