Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [system of a down] de;

1. koma mûzîka metal e. weke soad jî tên zanîn. wateya navê wan pergala hilweşînekê ye. endamên komê ermen in û vê komê di sala 1994an, li amerîkayê ava kirine.

bi dijminiya xwe ya dijî tirkiyê, tên nasîn. bi qasê min bihistibû ber çend salan ermenîstanê ji wan xwestibû ku li ser navê wan beşsarî erovîzyonê bibin. lê wan jî gotibû tenê ger destûr were dayîn ku li ser komkujiya ermenan stranek çêbikin, ew ê bi vê stranê tevlî bibin. loma tevlî nebûn.



strana wan ya bi navê holy mountains li ser komkujiya wan e. di stranê de dibêjin DEREWÎN, KUJER, ŞEYTAN û hwd. wextekê klîbeke nîv-fermî yê vê komê hatibû weşandin ku dema ev nifir dihatin gotin wêneyên ataturk, îsmet û hwd. dihate nîşandan. klîp bûbû sedema gengeşiyê.

wergera kurdî ya stranê: holy mountains



endamên komê;

(bnr: serj tankian)

(bnr: daron malakian)

(bnr: shavo odadjian)

(bnr: john dolmayan)



albûmên wan:

(bnr: system of a down) (1998)

(bnr: toxicity) (2001)

(bnr: steal this album!) (2002)

(bnr: mezmerize) (2005)

(bnr: hypnotize) (2005)





komê, di sala 2006an de bi strana xwe ya b.y.o.b, xelata grammy qezenc kir.



gelek stranên wan yên xweş hene; toxcity, atwa, cigaro, aerials, lonely day, soldier side, b.y.o.b, holy mountains, innervision, spiders, science, kill rock 'n roll, forest, deer dance û hwd.



18.04.2014 18:20 | simurg56