Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gava yek tê û di kurmancî dine] de;

10. (bnr: bi baldartir peyam xwendin)

min tim berê xwe daye meseleya "çuyîna te" lê balê nedaye "nayê çuyîn" û helbet weke hevalê ceso gotiye "hatin çuyîn" çênabe. û ji xwe peyama xwe de bi kitekit û mînakan vegotiye. em ji bo wî sipasdar in.



18.07.2014 11:58 | azadixwaz

9. (bnr: peyamên berê)

hevalno berî niha jî min gotibu, di gotina "çuyîna te" de "çuyîn" ne lêker e loma mesela gerguhêziyê lê ne derbasdar e. "çuyîna wê dilê min êşand" li vir "çuyîn" ne lêker e navê wê lêker ê ye loma mesela gerguhêziyê filan lê nayê gerîn.



18.07.2014 11:45 | azadixwaz

2. di meseleya gerguhêzî û ne gerguhêziyê de hevalê ceso mafdar e lê weke wî jî gotî ev yek ji bo lêkeran e, weke lêkerekê çuyîn negerguhêz e lê li vê hevoka li jor ev ne lêker e, navê kirina "çunê" ye. loma jî bikar anîna "çuyîna te" rast e, çawa ku "hatina te" rast be.

(bnr: li ser gramerê axaftin baş e)



17.07.2014 09:59 | azadixwaz