Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koma sê bira] de;

8. paşfona dîzayana malpera wan mirov dibêje qey paşfona lîstika tetrîsê ye..



06.10.2013 19:31 | endazer

1. maşelleh hema bêje her roj li kolanên semt û navçeyeke din a stembolê konserekî didin.. ji komê du bira gîtarê dixin û birayek jî vokalîstiyê dike anku stranan dibêje carinan her du birayên din jî li stranên ku birayek dibêje vedigerînin.. eger ez ne şaş bim demekî li semtekî tûşî êrîşa ûlkûcûyên nevîçîçirkên dêlegura asenayê hatibûn.. lê wekê ji lînka ku ez ê li jêr kopî bikim jî dixweye ji ya xwe nehatine xwar û herku diçe eleqe û hejêkirin û piştgiriya xelkê ya ji bo koma sê birayan zêdetir dibe.. rexneyek biçûk ya min li vê komê heye ku ew jî stranên di repertûvara xwe de baş naxwînin an ku temamê stranê nabêjin.. yanî hê stranek temam nekirîn derbasî straneka din dibin û zêde di bin tesîra coşa girseya temaşevan de dimînin û konsantreyî mûzîkê nabin..

lînka vîdeoya dawîn ya konserta kolanê ya li semta şîrînevlera stembolê: https://www.facebook.com/photo.php?v=676194022406923&set=vb.403920699634258&type=2&theater



13.07.2013 23:06 | endazer