Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemê ganjê] de;

1. çemeke dirêj e, ji rêzeçiyayên hîmalayan dizê piştî çûn û çivdanên dûrûdirêj yên li ser xaka hîndîstan û bangladeşê, diçe ser kendava bengalê û ji wir jî diçe oqyanûsa hindê.. deltayên fireh yên ku ji ava vî çemê têhna xwe dişikînin yên li ser hindîstan û bangladeş û bengalê ji bo çandiniyê gelekî kêrhatî ne, yek ji hêmayên ku vî çemî têr dike jî baranên musonê ne, her sal nava meha hezîranê destpê dike û heta sê çar meha lehî û tofanê radike, lê tu kes jê ne aciz e ji ber ku ne ji vê baranê bûya niha ji zû de ev çem miçiqî bû..

çem ji aliyê dînê hîndûîzmê ve pîroz tê qebûlkirin.. û her duwanzdeh salan salekî li cihê ku çemê ganjê û çemê yamunayê li hev digihin ku jê re sangam jî dibêjin heca xwe dikin, ji vê hecê re kumb mela dibêjin.. min nedîtiye û nejimartiye lê dibêjin dema hecê teqrîben 50-70 milyon kes tê serdana vir û li vir xwe dike av û xwe dişû.. herwiha wek çemê herî pîs û genî û bêhnpêketî yê dinyayê jî tê nasîn û qebûlkirin, lê hîndû ji ber dîn û îtîqada xwe -l gorî hîndûîzmê çemê ganjê bi tu awayî û bi tu tiştî nalewite- vê yekê qebûl nakin û bi ser milê xwe re nabin, her sal bi sedhezaran kes ji ber nexweşiyên ji ava pîs ya çêm çêdibn nexweş dikeve û dimire.. hîndu miriyên xwe li ber qeraxê çêm dişewitînin û bi rêûrismeke ecêb xweliya miriyên xwe jî ava çemê ganjê de dikin, dîsa jinên ku di ber zarokanînê re dimirin, davêjin çêm..



30.05.2014 21:39 | endazer