Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi meqamê dengbêjiyê xwendina quranê] de;

1. çend hefte berê cara ewil li amedê li mizgefta nebî ez lê rast hatim û guhlê bûm.. roja dîtir ya qendîlê bû, kîjan qendîl bû baş nayê bîra min, axirê piştî nimêja êvarê (esr, ne mexreb) mela û an mûezîn baş nizanim rahişt mîkrofonê û bi wî dengê xwe yê saba cimaeta hazir bi cizbê xist..

min heta niha ji dengê gelek qarî û quranxwênan guhdarî quranê kiriye, lê cara ewil ez ev qasî ji xwendina quranê ev qasî mûteesîr dibim, ev çend roj in bi hêviya ku belkî dîsa liqayî heman melayî bême, diçim heman mizgftê lê an ne eynî mela ye, an jî dev ji wî miqamî berdaye bi meqamekî dî dixwîne..



06.06.2014 01:28 | endazer