Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [à l'intérieur] de;

1. fîlmeka fransî û fîlma ewil ya derhêner alexandre bustillo.. wek the inside li îngÎlîzî, wek içerde li tirkÎ hatiye wergerandin û eger destûr hebe dixwazim wek di quzzê diya xwe de li kurdî û kurmancî wergerînim.. fîlmeka tirs û aksiyon-tansiyonê ye.. di sala 2007an de derketiye..

di fîlmê de lehenga sereke jinikeke bihemil ya bi navê sara ye.. mêrê sarayê, sara hêj bihemil di qezayeka trafîkê de dimire, ji xwe fÎlm bi vê sekansa qezayê destpê dike.. tabî sara xanim ji ber vê qezaya nîgeran (hê jî baş nizanim wateya vê mîratê) dikeve depressyonê de û trîban davêje derûdora xwe.. axirê şeva ku wê siba zaroka xwe bÎne dinyayê, jinikek ku sarayê nas dike li deriyê mala sarayê dixe.. û axirê xwîn dibêje tu here ve ez hatim yanî; bûyer û bûyer û bûyer..

hûn bi ya min bikin, qet venekin û darî nekin, du saetên xwe bi fransiyên psîko-komîk edem nekin.. herin ji xwe re fîlmeka kemal sunal vekin û têr pê bikenin..



06.06.2014 11:57 | endazer