Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [08.06.2014 teqînên li celewlayê] de;

1. Îro sibehê otombîleke bombekirî li nav avahiya asayişa bajarokê Celewlayê ya girêdayî bajarê xaneqînê ya girêdayî parêzgeha Diyaleyê teqiyaye û piştî ku xelk û hêzên ewlekariyê li derdora cihê teqînê kom bûne, xwekujekî jî xwe di nav wan de teqandiye. daîşê bi daxwyaniyekî li ser twitterê teqîn girtiye ser xwe û di daxwuyaniya xwe de ji bo van herdu teqînan gotiye wek “tolhildanekê ye li hember girtina xuşkên misilman li Xaneqîn û Kurdistanê”. dîsa li gorî ku daîşê di daxwuyaniya xwe de ragihandiye kesê di nav otombîlê de xwe teqandiye navê wî Ebû el-Welîd el-Mesirî ye û yê xwekuj navê wî Saîd el-Kurdî ye.. li gorî nûçeyan di herdu teqînan de zêdetirî 16 kesî jiyana xwe ji dest daye û nêzikî 40 kes jî birÎndar bûne..

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/080620143

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/08062014

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/080620147



08.06.2014 17:38 | endazer