Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [telafer] de;

2. îşev daîşê bi ser vê navçeyê de jî girtiye û niha zirzira tirkan e li ser twitterê..

çi qas rast e nizanim li ser twitterê digere dibêjin hêza pêşmerge teklîfa alîkariyê ji eniya turkmenan ya îraqê kiriye, lê artêşa bedr ya şîeyan ji tirkmenan re gotiye, teklîfa kurdan qebûl nekin em ê we biparêzin, axirê çawa daîş bi ser telaferê de digire, artêşa bedr dibêje çelp û direve, turkmen wekê qûna tazî ya li hêviya kutanê li erdê dimînin.. mesele çi qas rast e nizanim, lê ceynika serê turkmenan ji kurdan diçe, egera wan jî dibêjin pêşmerge kerkûka turkmenelî yanî xaka turkmenan dagîr kiriye, tekane argûmenta wan ya li ser tirkbûna demografiya kerkûk û çend navçeyên din jî ev e; navên deveran bi tirkî ye.. yanî bi vî mantiqî siba dusiba yek bê û bêje navê pirraniya deverên li bakurê kurdistanê li ser kaxezê jî be bi tirkî ye nexwe bakurê kurdistanê mal û milkê tirka ye, divê em dengê lê nekin..



16.06.2014 03:56 | endazer

1. navçeyeka parêzgeha mûsilê li îraqê ye.. li gorî zanyariyên wîkîpediya dide ji sedî 75 sunî û ji sedî 25 jî şîe lê dijîn, pirraniya nûfosa navçeyê tirkmen e.. tirkmenên li vir, di dewra dewleta osmaniyan de hatine bicîhkirin.. di dewra rejîma beasê de, siyaseta erebkirdinê lê hatiye meşandin, derdora navçeyê teqrîben 60-70 gundên tirkmenan hene, tirkmenên li navçeyê zimaneke nêzikî yê azeriyan bikar tînin..



16.06.2014 03:49 | endazer