Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qur'an zagona bingehîn e] de;

12. rast e ji bo misilmanan destûreka bingehîn e, lê jiyana tu kesî bi zorê teyîn û dîzayn nake, tenê rê nîşa xelkê dike yanî rehberiyê dike, rêya ku diçe ser cinnetê û rêya ku diçe ser cehnimê datîne ber xwendeyên xwe.. lê hin misilmanên ku xwe wek wekîlê xwudê dibînin, îrade û îxtiyar û îctîhada ku xwudê daye evdên xwe îpotek dikin, ya ku camêrên wekê nazim ji îslamiyet û ji quranê sar dike jî gotin û kirin û reftarên van misilmanên ku xwe wek wekîlê xwudê dibînin e..

ez ji bo xwe bêjim eger ez li gorî misilmanan çûbûma niha belkî sed carî ez ji dîn derketibûm.. nizanim çi qas rast e dibêjin cat stevensê ku piştî bûyî misilman navê xwe kiriye yusuf islam, li derekî gotiye, xwudê kir berî ku ez misilmanan nas bikim, min îslamiyet û quran nas kir, hey nexwe ez tu carî nediçûm ser dînê îslamiyetê.. ez dirêj nekim, rahêjin tefsîreka quranê, -ne meal lê tefsîr- ji serî heta binî bixwînin, bawer nakim tu pirs û îtîrazek an nakokî û dudiliyek derheqê xwudê û îslamiyetê de di dilê we de bimîne..

lefza ewil ya quranê îqre'! yanî bixwîne ye, yên ku nexwînin ango nexwendibin, normal e ku lê bibin dijmin..



18.06.2014 02:45 | endazer