Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rawestgeha navneteweyî ya valagehê] de;

1. mezintirîn binke û baregeha ezmanî ya li ser rêgeha dinyayê ye.. û herwiha mezintirÎn peyka çêkirî ya dinyayê ye ku di rêgeha dinyayê de ligel peykên din ên dinyayê çerx dibe.. cara ewil di sala 1998an de modûla ewil ya rawestgehê ji bo valagehê hatiye verêkirin.. rawestgeh li valagehê bi awayê bi hev ve kelijandina modûlan hatiye temamkirin.. modûl bi riya rokêtan ji bo valagehê ji bo ku bên montekirin hatine rêkirin.. ev projeya mezin bi hevkariya 5 ajansên valagehê yên amerîka, rûsya, kanada, japonya û ewropayê hatiye çêkirin.. heta niha ji 15 miletên cuda ji sedî zêdetir astronot çûnê û lê bûne mêhvan.. herwiha evê rawestgehê rekora rawestgeha bi navê mir ya rûsyayê ya herî zêde li ser valagehê mayînê jî ji desta wergirt.. biryar bû ku heta sala 2020an ev rawestgeh li valagehê bimîne, lê amerîkayê biryara dirêjkirina mayînê heta sala 2024an da.. sîstem û ekîpmanên ku biryare di keşf û lêkolînên li ser heyv û marsên bên bikaranîn cara ewil di vê rawestgehê de di nav atmosfera valagehê de tên test û tecrûbekirin..

ev rawestgeh ji ser dinyayê jî eger mirov bikaribe xwe li gorî wê eyar bike, tê dîtin.. wêneyê min ê avatarê yê tirşikê jî wêneyê vê rawestgehê ye ku çend astronot li ser rawestgehê li nava valagehê ji dinyayê nêzikî 300 kîlometreyan dûr û ji kêşa ax û erdê dûr û azade, problemeka teknîkî ya rawestgehê çak dikin..



giraniya rawestgehê; teqrîben 400.000 kêlo

dirêjahî; 72,8 metre

berahî; 109 metre

bilindahî; 20 metre

pesto (bar, basinc); 101,3 kPa

ji ser rûyê erdê dûrayî; 330 km. - 435 km

leza wê; 7.706,6 m/s (27,743.8 km/h) ( di rojekî de li dora dinyayê 15,5 cara çerx dibe, ev 5259 roj in di rêgeha dinyayê de ye û heta niha 89407 cara li dora dinyayê çûye û hatiye..)



ji vê lînkê hÛn karin lê binêrin, ka kengî ji cihê ku hûn lê ne, hûn karin rawestgehê bibînin; http://iss.astroviewer.net/observation.php?lon=40.23062900000002&lat=37.9144099&name=Diyarbakir

ji vir jî hÛn karin lê binêrin, ka niha li kû ye li ser kîjan bajar û welat û parzemîrê re dibihure; http://iss.astroviewer.net/



25.06.2014 16:24 | endazer