Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tesîsata mekanîkê] de;

1. tesîsata avê, ya germkirin û sarkirinê (kalorîfer, klÎma), tesîsata sprÎngê û ya vemirandina êgir, tesîsata asasorê, hesabê îzolasyonê filan hemûyê li xwe digire.. projeyên vê tesîsatê ji aliyê endazyarên mekanîkê ve tên çêkirin.. lê yên karker û hosteyên ku van projeyan cÎbicî dikin, ji ber li gorÎ projeyê naçin û guhê xwe nadinê û tu kes jî zêde li ser wan nasekine, hema bêje tu projeya li ser kaxezê û ya di pratÎkê de li hev nakin..

pirraniya pirsgirêkên wekê, dema bêhna pîs ji tuwaletê tê, an tuwalet dixitime, an deng ji tuwaletê tê, an kaniyên avê û dezgehên metbexê filan ne bikêrhatî bin an dema mekan baş germ nabe, an dema tu feydeya klÎmayê nade filan, ji ber vê cîbicÎnenekirina projeyan ya ji ber xemsariya hosteyan çêdibin..



01.09.2014 01:17 | endazer