Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [spas dikim] de;

4. berê ji bo min her cihê pirs û mereqê bû ka gelo dema yek ji min re bêje spas divê çi bersivê bidim.. li ber desta alternatîveke wekê spas xweş hebû ku diyare li ber sihhetxweş û destxweşê hatibûye çêkirin, lê kêfa min jê re nedihat û dilê min lê rûnedinişt.. min jî ji xwe re spastir çêkir û ev çi qas e bi dileke rihet bikar tînim, tişta ecêb ema dibêjim spastir tu kes jî namîne heyîrî û napirse û nabêje te ji kÛ anî ev peyva nazenîn, tê bêjî qey ev sed sal in peyva spastir di ferhega kurdî de heye, temam ez dewa mafê telîfê li tu kesî nakim lê ev helwesta xelkê jî min mat dihêle..



20.05.2015 08:06 | endazer