Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku mirov pê diteqe] de;

10. dema dibînin ku kurdek bi ser navê ''turkiyelileşmeyê'' ji bo xwe li ber dilê tirkan şirîn û sempatîk bike, qeşmeriyan dike, lê dîsa jî ew tirk bi pirranî berê xwe pê ve nakin tu pê nadin, jê re dibêjin ''wêde here terorîstê pîs, ma em nizanin hûn çi gû ne û niyeta hewe çi ye?!!''

te dî carina keçikek kurd dil dikeve kurikekî û ew kurik jî berê xwe nade keçkê an qîma xwe pê nayîne diçe dilê xwe berdide keçikeke tirk, ew keçik jî tu namÎne nayîne serê kurik, lê kurik dîsa biaqil nabe, ji ber evîna xwe -ya rastî obsesyon e ew ne evîn- hemû şeref û rûmeta xwe dike xwelî û bi serê xwe de dike, wekê kuçikekî li dora keçkê diçe û tê.. ew keçika ewil jî hingî dema kurik di wî halî de dibîne, bêtir dilê wê bi kurik dişewite û bêtir nefretê ji wê keçika din dike.. ez dibêjim qey ya li cem min û li cem pirraniya muxalîfên siyaseta îro ya hdp/pkkê jî ev hest e..



13.04.2015 22:50 | endazer