Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhenga akademiya swêdî] de;

2. (bnr: rohat alakom)



tê gotin ku nêzî 15 peyvên têkilî kurdbûnê jî ji bo ferhengê ji çavkaniyan hatine şehkirin û bêjingkirin lê ji ber pirsgirêkên aborî ev peyv nexistine di nav ferhengê de, dîsa li gorî nÛçeyê peyva herî kevn ya bi swêdî ya li ser kurdbûnê di çavkaniyên swêdî de diçe heta sala 1785an..



çend jêgirtên têkilî peyva kurd di çavkaniyên swêdî de ji qelema ra;



''Wek mînak dema peyvên dî tên nasandin, di nav van danasînan de em hin caran rastî gotinên "Kurd", "Kurdistan", "Selahadîn", "Ararat", "Dîcle" û "Firat" tên. Wek mînak dema ko Tempelorden (terîqeta parêzgehê) tê nasandin, li wir qala Selahadîn jî tê kirin. Ev çavkanî di sala 1635an de li Stockholmê hatiye weşandin. Navê vî navdarê kurd li vir bi forma latînî wek Saladinus derbas dibe.



Dema di sala 2005an de peyva turkmen (tirkmen) tê nasandin piştî 370 salan vê carê em rastî jêgirteke gelek nû tên: ”Kurd dixwazin Kerkûk bi Kurdistana otonom re girêdayî bibe, ev yek li bal erebên sunnî û şêniyê tirkmen ên bajêr qehrê peyda dike”. Çend jêgirt ji gernameyên gerokê navdar Sven Hedin hatine girtin. Yek ji wan ji bo danasîna peyva arsenal (depo) ye. Li vir tê gotin kemberên kurdan wek depoyan bi çek tijî ne: “… li dora nava xwe kemer alandine ko tê de depoke (arsenal) rêkûpêk ji debançe, kêr û şûran pêkhatî heye”. Li vir ferheng dîyar dike ko ev nêrîna di derbarê kurdan de li vir bi “mezinkirî” (mibalexe) hatiye pêşkêş kirin.



Peyveke din jî peyva "löpa" (bezîn, revîn) e: “Hikûmetê cesaret nekir çend gavên enerjîk li hemberî kurdan bavêje û ji ber vê jî çavên xwe ji reviyana bikujan re girt”. Di hin çavkaniyên swêdî yên dîrokî de mirov dibîne hê berî sed salan Kurdistan wek mînak hin caran "Curdistan" hatiye nivîsîn û rengdêrê ji peyva Kurdistan afirandî jî wek "kurdistanska" hatiye bi kar anîn. ''



15.04.2015 00:26 | endazer