Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêx esedê çoqreşî] de;

1. Şêx Es`edê Çoqreşî kurê Mela Ebdilrehmanê Melakendî û birayê Mela Îbrahîmê Çoqreşî ye. Ew yek ji zanayên mezin ên heyama xwe bû. Şêx Es`ed di ilmê melatiyê de zanayekî bêhempa bû. Tê zanîn ku ew di bin kartêkirin û tesîra birayê xwe Şêx Xelîlê Çoqreşî de bû û ilm û zanînên xwe li ba wî wergirt.

Wek ku ji wan dîrokan tê zanîn yên di dawiya pirtûka (El Sehbat) de hatine nivîsandin li bin navê (Dîroka mirina hinek weliyên birûmet), mirina Şêx Es`ed di sala 1902an de bû. Nayê zanîn gelo Şêx Es`ed zewicîbû yan na, lê wî tu zarok li pey xwe nehîştiye:



Ah ji destê firqetê pirr bûn li min zar û fixan

Min ji ber tîra di dil da ah û zar im bê guman

Lew sehergaha wisalê min ji destê dilberê

Şerbeta weslê dinoşim suhbetek safî mecan Here lînkê



24.04.2015 01:47 | endazer