Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêx mehmûdê berzencî] de;

2. kilameka kawîs axa ye ku li ser şêx mehmûdê berzencî dibêje;





gotinên kilamê;



Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê zirê



Deloylo deloylo. Bihare bi serê Silêmanî yê daketim mihelê şeran û wêla, li asmana xoş tê girênê teyara, şirqênê metirliyoza, ringênê bomba, wişênê otombêla bira gaziye gaziyê nobedara



Belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf gelek hene, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda wewro desthelînanekê biken, ezê çi gawa destê xo bideme darê cambêzarê, bikujim (erzawa) xelas bikem qewmê kaptan bêla, deloylo deloylo deloylo, deloylo delo Şêxê mino, ezê hindî hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xaiyno,



Deloylo deloylo deloylo, Şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê li derî dolê, espê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf lawo xurte diket pêkolê. Şêx Mehmûd bi sê denga gazî diket Kerîmê Fetah we (mesûlê) me hemî gelî egîda wewro desthelînanekê biken, belê şerê me dige fela namînît li deştê, bila şerê me xoş bibît (keyfa kan û bela) bikewîte çiya û çolê, deloylo deloylo deloylo delo Şêxê mino

Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xaiyno



Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê zirê deloylo deloylo deloylo şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê, wa bi bere, berê sibê pênc hezar eskerê hîndîya û felereşka berê siba xêra hate sere, belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf gelek hene, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda wewro desthelînanekê biken, belê çi gawa destê xo bideme darê cambêzarê bigrim şarê Kerkûkê, şarê Bexdayê, hewarekê bi êxme Londine, deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino. Ezê ewro hewar dikem fayde nîye, hewarê turka dûre, birano kurd xaiyno



Deloylo deloylo deloylo, Şêx Mehmûdê minî zerî li çiyayê Sûrdaşê siwar bî û hate xelkanê. Bejna Şêx Mehmûd kekê Şêx Qadir, babê Letîf (li min binka şînê) ruhanê, Şêx Mehmûd, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda wewro desthelînanekê biken, ewe sê roje wemê wasêbûy li çiyayê Sûrdaşê, dîhar nîye li mera bê wîndadê wanê. Deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino

Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xaiyno



20.05.2015 05:54 | endazer

1. şoreşger û siyasetmedarekî kurd ê başûrê Kurdistanê bû.



Şêx Mehmûdê Berzencî kurê şêxê qadirî Şêx Seîd e. Piştî ku bavê wî di sala 1908ê de, ji alî Osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd dewsa wî girt. Di salên Şerê cîhanî yê yekê de, ji bo avakirina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq danî û li hember ingilîz û ereban şer kir. Sê caran dewleta serbixwe "Keyaniya Kurdistanê" îlan kir, xwe jî şahê dewletê nîşan da. Li hember êrîşên ereb û ingilîzan heta sala 1932ê li ber xwe da. Şêx di sala 1956ê de Ji layen îngilîzan hat şehîd kirn. Here lînkê



20.05.2015 05:51 | endazer