1. navê helbest-nivîseka şairê kurd rênas jiyanî ye..
cara pêşîn di kovara nûdemê de di hejmara 34an ya ku di havîna 2000an de belav bûyiye de derketiye..
''kew zixuran dineqînin ji ser xaniyan, bixur difure ji nav baskên wan
mêkew jinbî mane û lûsiyane li ser qelemên qelenên wan qesîde
paleyên çûnê bi dengên dîkên sibê re ketine rê,
fêrîk dilja ne havînî li ber siya avê
qehfê serê te motika gerdûnê, mexzena xwînê
korm e navika te jêr jê dadilêsin zemzemê
hewqa mîlenyûmê ye çehlên çavên te, li bîbikên keviran binihêre
wext û cih hîn jî dêlikeke tûle
û ji malxeyidandinên te: nogineke li ber singê xwe mexel hatiye ye
baj bijidîn bê tu ê çiqasî vejêre ew pûngên buxçika xwe
zîwana salan a nav emrê xwe bineqîne, hela bê dê çend sal ba jê dawerive
xaçîrêk xirxal, rê xizêm li keraxa rêwîtiya te
de were xwe nekuje?
dilqê nên sar--------------------pûtê avê jikestî
qirdê avê mar-------------------jopa axê tazî
zimanê te kol------------------- peyvên te dol
bayê felcê li siya te xistiye
ji xela keriyên kuliyan û vir de hecerul eswed e lêvên te
li xirbê vejartoka huznê te serê hechecîkan hilqetandiye
li baxçeyê diranên nermik derxistiye, te beybûnên min mêtiye
pixêriya te jîn vêketiye û stiriyên hêtûnê baj alastiye
mêrxas dibin tirsên li navrana newala pûç, dibin qûç
agirê te pizanê xwe avêtiye li ser dojeka bêderman
kêzikan çargavên te xwarine karika çav axirzeman
hûtekî heftserî xwe ramedandî ye li ser riya te ya qitrankirî
tu ji qehran dikenî bi diranên xwe yên hinekirî
hatiye newijandin qilafetê qirdê te li ser qehfikan vajî
riyên tu li wan dibûn rêwî kawik in êdî
tiya sûravkê! min ji te re bajarê çelkaniya dîtiye: hestî
û tu birîneke beradayî bi destmalka destê serkêjê govenda pêçayî
de were û neteriqe?
tuezim
ez em im bi qasî jînbûna bûzê, deryayê û êvarê
xwêdana ji zewkê cemidî ye di bin konê ji tofanê
hatiye jujtin bi berfa sor, jîlaqa hudûdên ji beligojkên xwe derbxwarî
tarî:
qantirek hatiye fehl: egzotîk zaye
çirûskên te hê nuh nuh dadigere çelê xwe
ji kevirê qul û vir de, te agir bora
biskên qulingên porjehkirî daye min hay jê heye
di curn de danû ne dilê me'' 26ê Adarê
|