Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [semfoniya şingal] de;

3. semfonî bingeha miqam û melodiya xwe ji straneka kevn û gelêrî ya êzidî ya ji devera şingalê ya bi navê fehîma werdigire, ji xwe garê sazkar 8:44ê pêşiyê bi dengeke nizm vê stranê dinehwirîne paşê destê xwe dibe ber guhê xwe giraniyê dibêje..



04.08.2015 16:49 | endazer

1. bi derhênerî û bi rêveberiya hunermendê kurd, dilşad seîd, bi beşdariya zêdetirÎ 130 mûzîsyenên byanî yên orkestraya senfoniya neteweyî ya Çekê û 13 stranbêjên kurd yên ji parçeyên cureûcur ên kurdistanê hatiye tomarkirin.. gotinên semfoniyê edîp çelkî nivîsiye, (bnr: eyûb elî), muhemmed taha akreyî, çopî, rêkeş seyranî, garê sazkar (başûr) diyar dêrsimî (bakur), narîn feqe (rojava) jî stranbêjên ku di vê semfoniyê de beşdar in.. li holeke bi navê smetana hall ya bi ser şaredariya praga serbajarê dewleta çek ve hatiye tomarkirin û cara ewil 01.08 li silêmanî, 02.08 li hewlêr, 03.08 jî li duhokê hatiye pêşandan.. Û hemû mesrefên ji bo berhemhênana vê xebatê jî tora medyayî ya rûdawê girtiye ser milê xwe, anku rûdawê fînanse kiriye..



gelek rexne û têbiniyên min li ser naveroka semfoniyê û hilbijardina di stranbêjên di semfoniyê de beşdar hene, belê ji ber ku fikreke gelek spehî ye, naxwazim tiştekî bêjim avê lê şêlo bikin..



04.08.2015 01:20 ~01:22 | endazer