Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ya kelemekî tûj ya têrek mewij] de;

1. yanî ya hero ya merro, dema mirov xwe di ber karekî re bike û nizanibe çi li pêşiyaye, hingî dibêje an kelemek tûj an têrek mewûj an bi versiyoneke din ku di ferhenga biwêjan ya mustafa borak de heye; an ez ê xwe li têrek mewûj bixim, an xwe li kelemekî tûj bixim nêzikê vê biwêjê bi tirkî dibêjin ya devlet başa ya kuzgun leşe, yanî di encamê de yan ez ê tiştkî bi qasê têrek (çuwal) mewûj giranbuha Û biqedr û qîmet bibînim an jî ez ê serê xwe li kelemek tûj bidim û xweliya reş bi serê xwe da bikim..

di vê biwêjê de, kelem bi wateya xwe rastî; sîx û sinc û stirî û bi wateya xwe ya mecazî jî asteng e..



04.09.2015 03:43 | endazer