Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurmanc] de;

8. yên ku ji tirsa kurdên soran û zaza newêrin û nikarin êdî ji xwe re bêjin kurmanc.. *

di vî warî de ez xweziya xwe bi kurd û kurmancên xorasanê tînim, dinya ne bi xema wan ve ye, ne kurd ne kurdistan, tekane aîdiyeta wan kurmancbûna wan e..



2014.04.23-21:51 | endazer

5. li gorî gotina bavûkalan;

dema têr dibin pêşiyê li paniya xwe dinêrîn û paşê jî yan mêrekî dikujin yan jî jinekî direvînin..



2013.10.28-01:02 | endazer

3. li gorî wîkîpediya kurdî:

peyv bi eslê xwe ji zimanê aryanî ye û berevajî ku kurdnasê navdar minorsky gotiye û ji ber gotina wî belav e, "kurmanc" ne ji peyvên "kurdên manî" anku ji dînê ku Manî damezrand hatibe. "-man-"a di peyva kurmanc de jî wek "-man-" yan "-men-" ya di peyva "tirkmen, tirkoman" de ye. Di herdu peyvan de jî "man/men" maneya "mîna, wek" dide anku "kurmanc=yên wek kurdan". Di farisî de hevberî peyva "mîna" bêjeya "manend" e. Ihtimal e ku herdu "kurmanc" û "tirkmen/tirkoman" ji wê bin, paşî kurttir bûbin û di peyva tirkmen/tirkoman de "-end" ji dawiya "manend" ketibe lê di peyva kurmanc de "-en-" ketibe û "d" bûbe "c". Nimûneyeke din jî ku "d" tê de bûye "c" peyva "gazind/gazinde" ye ku di hin devokan de bûye "gazinc". Herwiha di hin devokan de bi taybetî li Mêrdînê "d" wek "c" tê xwendin: "ciya min=diya min=dayika min".

Herwiha peyv divê wek "kurmanc" yan kirmanc" were nivîsîn, ne wek "kurdman" ji ber ku kurmancî "d" ya piştî "r" red dike, binere:

soranî: birdin, zazakî: berden, farisî: burden lê kurmancî bir_in

soranî: xwardin: zazakî: werden, farisî: x(w)arden lê kurmancî: xwar_in

Sebebê ku "kurmanc" li gelek deveran bûye "kirmanc" jî ew e ku meyla kurmancî li ser "i" ye li hevberî "u":yê ye..



2013.08.06-05:23 | endazer

2. li gorî îdîayekî ku çavkaniya wê ne diyar e mîrê mîran celadet elî bedirxan dibêje ku "manc" herêm e û Kurdmanc jî Kurdên Mancê veguherîye Kurdmanc, dûre Kurmanc. Her weha li gorî heman îdîayê peyvên "Manc" û "Magu" bi hev re têkilîdar dike.

magû çîna (tebeqe) keşeyên Zerdeştî ye. Bi xebatên xwe yên li ser astrolojîyê di warên navnetewî de navdar bûne û ji ber wê têgîna “Magî” pêk hatiye, ji wir jî “magic” (magîk/macîk; s’êr, efsûn). Anku ji ber jêhatîbûna wan a xwendin û şîrovekirina sitêrkan peyva “magic” ji navê wan hatiye dariştin û ji wê jî “magician” (sihêrbaz, efsûnkar).



2013.08.06-05:18 | endazer

1. Li gorî nêrîna Apê osman sebrî bêjeya 'Kurdmancî 'ji sê bêjeyan pêk tê Kurd+man+cî. Nêrîna wî jî ev e: Piştî tofana/lehîya Nuh nebî mirov/însan li dunyayê belav bûn, tenê Kurd di cîyê/cihê xwe de man, anku kes nema ji Kurdan pê ve.

Nêrîna Seydayê cegerxwîn cuda ye û ew jî wiha dibêje : Gundek hebû jê re manco digotin, xelkên wê gelekî har bûn û karê wan keleşî bû, anku talan dibirin li ser gundên derdora xwe, dayikan jî ji bo ku zarokên xwe bidin razandin, ew bi wan ditirsandin “Razin dê/wê gurê manco were we ” wiha berdewam bû “Gurê manco – Kurê manco - Kurmanc”, der barê vê yekê de jî zimanzan dîyar dikin ku bêjeya ‘manc’ ji navê gundê ‘mancî’ hatiye karê wan cadûbazî bû ‘sihirvanbûn’, û dema zerdeşt hat wî gundî û ji wan re got : Ez pêxember im, wan şerê wî kir, û ji ber ku dê nanê wan ji ber karê pêxemberîyê nemîne, Zeredeşt qewirand ‘berdanê’ li gorî vê çîrokê peyva ‘Mancî’ ji wir hatiye, peyva Laîtînî jî ‘Macîk ‘Magic’’e anku ‘sihir’ e.



2013.08.06-05:14 | endazer