15. îro ligel simurg56 peymana sponsoriyê daniye.. |
|
21.12.2013 11:51 |
endazer
|
11. li gorî agahiyên bi destê îstîxbarata tirşikê ketine.. camêr bi her peyameka derheqê xwe de dihese û dixwîne.. lê mafê xwe yê xwe parastinê û bersivdanê ji bo demên mûsaît û mûnasîb dihêle.. belê gelî palewan û keybanûyên tirşikistanê ji bo saxî û silametiya can û cesedê xwe xêra xwe û ya dêûbavê xwe haj xwe û devê xwe hebin! û kar û barê asayîşa tirşikê giran nekin.. |
|
19.09.2013 03:06 |
endazer
|
9. stranbêjê ku vê paşiyê li her hesabê xwe yê facebookê ragihandibû an daxwuyandibû ku êdî mema bi raperînkê re derdikeve ser sehnê û distire.. sebeb çi ye nizanim.. ya rast min bi xwe eleqedar jî nake ji ber ku ne guh didim mirady û ne jî guh didirêrim raperînkê.. |
|
14.09.2013 06:58 |
endazer
|
4. cara pêşÎn min navê vî camêrî bi strana wî ya bi navê (bnr: bûnisra) ku bi eslê xwe helbesteka şairê rehmetî arjen arî ye seh kir.. paşê strana wî ya bi navê (bnr: bi xatirê te) bi ber guhê min ket û gelekî kêfa min jê re hat.. ez zêde dirêj nekim.. dengê wî û terza wî gelekî baş e û têra xwe serkeftî ye lê wekê gelek stranbêj û hunermendan ew jî hej popûlarÎte û çepik û ecibandin û heyranî û hejêkirinê dike mixabin û kar û xebatên xwe jî beralî dengê ku çepik jê têne ve dike.. li ser facebookê şairê kurd ê tirkînivîs kemal varol ku ew jî bi eslê xwe ji erxeniya diyarbekirê ye û şairek heta te bivê jêhatî û serkeftî ye carinan stranên vî camêrî parve dike.. |
|
15.08.2013 21:03 |
endazer
|