Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [spotlight] de;

1. fîlmeka sînemayê ye, tom mccarthy û Josh Singer senaryoya fîlmê nivîsandine û tommccarthy derhêneriya fîlmê kiriye. sala 2015an de derketiye. fîlm mijara xwe ji çîrok û serpêhatiyeka qewimî werdigire. rojnameyeke bi navê the boston globe sala 2011an bi pey nûçeyeka destdirêjiya keşeyên dêra katolîk ya li ser zarokan dikeve û piştî çend salan bibelgeyan vê destirêjiyê û xemsariya metranê dêrê dipeyîtînin û di rojnameyê de diweşînin..

xelatên ku fîlmê standine;



88. xelatên akademiyê (oskar) - baştrîn fîlm, baştrîn senaryoya xwemalî

69. xelatên baftayê - baştrîn senaryoya xwemalî

73. golden globe awards - di sê şaxan de bûye namzed lê tu xelat nestandiye..



min hêj darî fîlmê nekiriye, di forumên fîlman de, hinek zehf wesfê fîlmê didin hinek jî dibêjin nahêjê wê tehb û wê iziyetê..



17.06.2016 02:10 | endazer