Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [akordion] de;

1. amûreka mûzîkê ye, akordeon jî dibêjin, enstrûmaneke zêde ne kevn e, patenta vê amûrê pêşiyê fîrmayeka nemsayê (awistirya) sala 1839an standiye. lê bêtir wekê amûreka welatên ewropaya rojhilat û balkanan di hişê min de maye..

mekanîzmeya ku pê dişixule jî; bi herdu destê xwe dema tu keviyên amûrê dibî û tînî bi saya movikên xwe (körük, windbag) hewayê distîne û têde kilîdên metal hene, dema ew hewa li wan kilîdan dikeve, deng derdikeve.. bi bişkojên amûrê jî mirov dikare newaya ber dilê xwe jê derxîne..

goran bregoviç di mûzîka xwe dezehf cih dide vê enstrûmanê.. di mûzîka kurdî de zêde nayê bikaranîn, tenê di çend stranên sîmir rûdan de dengê akordionê tê û hew..

di fîlma nîwemang ya bahman ghobadi de,di sehneyekî de zarokên gund bi akordionê strana soltane ghalbha dibêjin.. û gelekî xweş dibêjin..



17.06.2016 16:50 | endazer