Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [midnight run] de;

1. Fîlmeka sînemayê ye, sala 1988an bi derhêneriya martin brest li amerîkayê hatiye çêkirin. senaryoya fînmê zêde klîşe û klasîk e, di fîlmê de Jack Walsh (Robert De Niro) polîseke kevn e, ji ber çavê xwe ji gendeliya di nav departmana xwe de nenuqandiye hatiye qewirandin, ew jî bûye bounty hunter yanî ji bo ajansekî bi pey tawanbaran dikeve, wan teslîm dike û heqê xwe distîne. Johathan \"The Duke\" Mardukas (Charles Grdoin) muhasebeya çeteyeka mezin ya mafyayê digire, 15 milyon dolarê mafyayê didize û li ser weqf û komeleyên xêrxwaziyê belav dike, ajansa ku jack walsh jê re dişixule, fbi, û mafya bi pey jonathan dikevin. fîlmeke aksiyon-komedî ye, fîlmeke xweş e, wekê fîlmên din yên aksiyonê tê de zêde xeletiyên mantiqî nîn in, fîlm zêde naewiqe, xweş dkherike ji bo robert de nîro min darî kir, ne poşman im



di fîlmê de çêra son of bitch û cixare ji devê robert de nîro hew nabe.



17.07.2016 13:12 | endazer