Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selvi boylum al yazmalım] de;

1. fîlmeka sÎnemayê ye, sala 1977an bi derhêneriya atıf yılmaz hatiye kişandin. di rola sereke de kadir inanır û türkan şoray dileyîze. fîlmeke kûlt e, mjara xwe ji romaneka cengiz aytmatov wergirtiye, mûzÎkên fîlmê cahit berkay çêkiriye.

îlyas (kadir inanır) ajokarê kamyonê ye, rojekî rêya wî b gundê asyayê (türkan şoray) dikeve, dil dikeve asyayê, dizewicin, bi navê samed kurrekê wan çêdibe, paşê îlyas bi doxîna xwe nikare û asyayê bi sekreterekî re ''bi xew ve dibe''. asya jî dibîne û bêyî ku tiştekî bêje, bi çembilê kurê xwe re digire û diçe û hey diçe, heta ku pêrgî Cemşît (Ahmet Mekin) tê, cemşîd jê re deriyê dilê xwe û yê mala xwe vedike, ji samed re dibe bav. rojekî îlyas xwe dide hev û dîsa rêya xwe bi asyayê dixe, lê samed êdî ji cemîd re dibêje ''yabo'' û asyayê ji duriyana evîn an ked û tehbê, berê xwe daye ser rêya ked û tehbê, û li ser mana bi cemşîd re biryara xwe daye.

bi panzdeh sehne û replÎkên meşhûr yên fîlmê ve fîlm; Here lînkê



17.08.2016 14:14 ~14:15 | endazer