2. helbest û stran û sirûdeka nuwaze ya îbrahîm ehmed e,
gotinên wê yên bi soranî;
Dagîrkerî dil pirr le qîn
Dirrindey bê wîjdan û dîn
Natwanî wakey Kurd nebîn
Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn
Le pêş agirperestî da
Le pêş musilmanêtî da
Le dîlî û le serbestî da
Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn
Ne Erebim, Ne Êranîm
Ne Turkêkî şaxistanîm
Nek min her xom, mêjûş elê
Ke Kurdim û Kurdistanîm
Ne nengî ew ne piyawetî
Ciyawazî netewayetî
Biryare û mêjû dawyetî
Ke Kurd bîn û her Kurd ebîn
Gelan hemû biray minin
Her zordaranim dûjiminin
Dawayî wilatî kes nakem
Pence bo mafî kes nabem
Bo mafî gel û xakekem
Heta mawim xebat ekem
Dagîrkerî dil pir le qîn
Dirrindey bê wîjdan û dîn
Ger Qendîl û Agirî şîrîn
Yeksan key legel rûy zemîn
Natwanî wakey Kurd nebîn
Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn
wergera wê ya bi kurmancî;
Dagirker bir bi kîn in.
Hovê bê wijdan û îman in
Tu nikarî Kurdan nebînî
Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin
Berî agirperestiyê de
Berî misilmanetiyê de
Di êsîrî(dîl) û di azadiyê de
Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin
Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin
Ne Ereb im, ne Faris im, û ne Tirkekî hovî me
Wê dîrok her bisitirê
Ku ez Kurd im.... Kurdistan im
Doza welatê kesî nakim
Doza axa tu kesî nakim
Doza welat û gelê xwe dikim
Heta hebim.... Bixebitim
Ger çiyayê Qendîl û Agirî û Şîrîn
Li erdê rast bibe
Tu nikarî Kurdan nebînî
Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin
ji bo wergêrra wê ya li ser zimanên îngîlîzî, frensî, swêdî û tirkî; Here lînkê
|