Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarinxaneya nana] de;

1. li amedê, li semta ofîsê, kolanek bin kolan û kuçeya hunerê re navê xwarinxaneyekî ye. xwarinên malê çêdikin, malbatek bi malbatî birêve dibe. ji bo xwarinên wê nikarim tiştekî zêde baş bêjim bi taybetÎ jî meze û seleteya ber xwarinê re tînin nayê xwarin.

remezana îsal çar rojan ser hev bi tesadûfî min li vir fitara xwe vekir ango fitirîm, cara ewil ez û hevala xwe û hersê carên din bi hevalan re, piştî cara ewil hevalê min ê malê go min cihek dîtiye xwarinên wê gelek xweş in, ez ê îro te bibim wir - tu nabêjî li nanayê keçikek dîtiye,dil ketiyê min jî dike hêncet- çawa em ji malê derketin min fêhm kir ku min dibe nanayê, min dengê xwe nekir. piştî wî hevalek din û roja dîtir hevalek dîtir jî.

di bîra min de ecûna di nav de tijî sîrên terr û şêl û timtêla pêkenî ya xwediyê xwarineyê maye.



10.09.2016 04:41 ~04:47 | endazer